Hemzo dibe Osmano tunê rabê zu ke zu bilezîneWî de Hemzo dibe Osmano tunê rabe zu ke zu bilezîneXwenê file aniye file qe(h)wecî ra bigehîneBila çend zêrê bexşîşê xwe bistîneBila biçe kêf û halê Elîxan xarzê mi pirsîneWî de Osman zu tike zu tilezîneXwenê aniye qe(h)wecî ra digehîneWî gotinê jê ra tipekîne qe(h)wecî ra dibe zu tike zu dilezîneWele pê xwe li kêlê têxîne nava suk û bajaran de digerîneXwenê aliyê xarziyê wînê Elîxan ra digehîne selamekî lê têxîneKêf û halê wî pirsîneWî de Elîxan dibe lo peyao lo birawo lo pismamo Dibe tunê rabe zu ke zu bilezîneXwenê aniyê xalê mi ra bigehîne wele siwarê bînbaşî dema me pirsiya ji qelê dertîneMinê nava wan da tiqetîne qirbaşa ser mi ra tikêşîne digote… gotiye mêr ser pozê Xalê mi Hemzo re qe tinîneBila bêtin senê nava lepê min derîne eva çi zirtê direwîneYeqîn ji Xwedê sibe vî çaxê ji Taşxana
a şewitî tunê tê da bimrî berdana… mirina te heye berdana te tunîne siwaro loDe lo lo xweşmêro loyWere wey de here wey de here wey de here wey de here wey de hereWî de qe(h)wecî dema wê gotinê ?bihiltîne? pê xwe li kêlê têxîne şevêqa sibê ra zereka tavê ra xwenê aliyê xalê wî ra digehîneWele vî gotinê jê ra tipekîne Hemzo radibe pê xwe li kêlê têxîne çil siwarekî pi xwe ra tileqîneWî de Cerdo Ronî radibd serê banê dubrîngê digerîneTemaşe tike birakê Şisiwar ji wê ve toz û duman erdê bi hiltîneDibe wele dilê minê han e ha bi han e siwarê pêşiyê pir yeman e, aqinciyekî reş milan eWele w’ezê girêdan û tivtêla wî tinerim yeqîn ji Xwedê Hemzoyê pehlîvan eWî de Cerdo Ronî pê xwelikê rabe zu tike zu dilezîne pê xwe li kêlê têxîne xwenê aliyê Hemzo ra digehîne selamekî lê têxîne… lê têxîneDibe… cebirxana te heye ya tunîneDibe wele nîvekî modelî ne, nîvekî wînê qunsorî neCerdo Ronî… cebirxana devê Cerdo Ronî cebirxana te heye yan tunîneYeqîn ji Xwedê Dewleta Elî Osman bêtin, bîst û çar seeta Dewleta Elî Osman bêtin… (?) ra birakê te ?nîne? siwaro lo xweşmêro loWî de Cerdo Ronî dibe Hemzo te digo mêr ser pozê mi ra qet tunîn-…