Mema mi (1)Dayika Memê dibe îsal çend sal e Mem qaçax û firarê dewletêWî de Memê berê xwenê dide...
Turkiyayê
Wî de dest û pê Memê… girê têxistin qeyd û benda(n) tavêjin li zindanêWele îsal heft sal e, çevê minê maye rêka bi MemêEzê dibêjim kenê… kengê tê azad be bete welatê bi x-… xelqêWele îsal heft sal e Mem temamî li zindanêDibêje gelî… çawîşa û gelî qumandara wunê... mi berdin, w’ezê azad biçim, azad bibim biçim welatê xerîbiyêMem azad dibe berê xwenê dide aliyê di malêBan tike li Eyşê dibe wele ez Mem im, azad bûme hatime welatê xerîbiyêWî de Mema mi lewoBejbilindê çevreşa mi lewoEyşê dibe ban tike dibe mêh-… -vano mêvanê di XwedêTunê hespê xwe bikêşe aliyê di odêTunê hespê xwe bikêşe aliyê di tewlêBerê xwenê bide li… qulçê di… di odêDe çek û rextê xwe veke dane qulçê di odêDe tunê bixwe qeta nonê… vî malêBila bite seb xatirê bejna bilind çevê reş û belek çevê di MemêMemê dibe Eyşê ezê hatime li dunyayê bi dinêTunê derî veke ezê bême li aliyê malêWele w’ezê't ser… ezê li ser pişta zînê hespê gele wes-… -tiyame bê ha-… bê qudîm imDe w’ezê bê miş-… stunê zendê xwenê dane ?wezo?… tikeve kêf û henekê bi şevêEyşê dibe Mema mi lewoEzê rabi(m) xeberekî mizgîniyekê bidem pîra dayikêEzê bêjim dayê tunê rabe ji xewêWele Mem azad bûye hatiye ji welatê xerîbiyêDibe Eyşa mi li… delala minê… -nêTunê vî şevê dayika mi raneke ji xewêDe si-… W’emê razê(n) sibê tunê rabe mizgînî bide dayika mi, mizgîniya bi xêrêBêje wele Mem azad biye hatiye ji welatê xerîbiyêWî de Mema mi lewoAx rêdura mi lewoDayika Memê radibe ji xewêTamaşe tike… he yek raza ye nava ciyê bi EyşêDe xorte(k) raza ye paxla bi EyşêDibe bila kula Xwedê bikeve mala sozê di jinêDe îsal heft sal e minê te xweyî kiriye ji ber xatirê çevê di MemêDibe w’ezê xençerê lêde(m) tu bigre sing û berê di EyşêWele w’ezê tivekê lêde(m) deng tê biçe bi dinêEzê kevirê lêdim quweta bi jinêWele w’ezê soranyê bînim çar tilî b-… dame li ser… nav milê çar tilî… buhostek bila bikeve bi erdêWî de Mema mi lewoAx rêdura mi lewoWî den -eka (sic. tiveka?) Memê tîne singhuyê… soraniyê tikêşe, datine li ser her du qam(b)ilê di MemêWele xwe berdete serê çar tilî bihoste tiçe bi erdêDema tamaşe tike nalîn tiçe, qêrîn tiçe bi Eyşê nalîn tiçe bi MemêDibe dayê çevê te kor bibin ew Mem e, azad biye hatiye ji welatê xerîbiyêWî de Mema mi lewoAx rêdura mi lewoEzê rabi(m) Memê xwenê bigerînim… Ezê rabim Memê xwenê bigerînim, he ciya çiya la bigerînim bere li dinêW’ezê rabim berê xwenê dime
Çiyakê Tendurekê
Dayika Memê taze bûye gurekî har e gurê sibatêWele qerîn tike berê xwenê dide çol û
Çiyayê Tendurekê
Wî de dibe Mema mi lewoHer du çavê dayika te kor be minê Memê xwe nas nekirMinê wînê xelas kiriye ji dinêBila her du çavê dayika tenê kor be çawan miraz o meqsetê tenê mane çevê te da heta qiyametêWî de berê xwenê dide li çol û zozan û li ber çem û kaniyanTamaşe tike li wê li waraWî de dibe bihar eEzê berê xwenê dime çol o bi çiyane bi zozananDema bi mi… ?di ey?… dayika Memê temaşe tike ka wa jina rûniştine ber beravanDibe w’ezê çiqa bişîm naşîm bi spî nabeDibe hey lê dayê qe te se nekiriye mirî bimirin tunê heta bi qiyametê bizivrînî carekî dînê sax nabeAx were Mema mi lewoRêdura mi lewoÎsal heft sale min e Eyşê xweyî kiribî seba xatirê çevê di Memê